
Kurdistanmedia: Ev heyama çendîn salan e ku reportêrê taybet bi mafê mirovan yê di karûbarê Îranê de, bo serdana wî welatî daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê dikin, lê heya niha daxwaziyên wan bê bersiv mane.
“Cawîd Rehman” ku di meha Pûşperê de wekî reportêrê taybet bi mafê mirovan derheq karûbarên Îranê hatibû hilbjartin, di yekem raporta xwe de daxwaz ji berprisên rejîma Îranê kir ku, dawiyê bi qedexekirina serdana reportêrên taybet yên mafê mirovan bo karûbarên Îranê bînin, û rê pê bidin da ku serdana Îranê bikin.
“Cawîd Rehman”, wekî yek ji çalakvanên mafê mirovan di saziya NY de, nigeraniya xwe nîşanda, ji ber çi wan reporteran nekarîne serdana Îranê bikin, çimkû girînge bo destpêragihîştina bi hemû çavkaniyên zaniyaryên derheq mafê mirovan di Îranê de.
Navbirî di yekem raporta xwe de nîgeraniya xwe nîşan da derheq rewşa nebaş ya mafê mirovan û hejmarek xalên binpêkirî yên di vî warî de ji aliyê Îranê, û îşare bi çendîn xalan jî kir ku ji aliyê Îranê ve tên binpêkirin, ji bo mînak, binpêkirina mafê jiyanê (bidarvekirin), bidarvekirina zarokan, îşkencekirin, nebûna azadiya civînan, nebûna azadiya gotina bîr û nêrînan, nebûna mafê jinan, nebûna mafê gelan û kêmaniyên olî.
“Cawîd Rehman” herwisa daxwaz kir da ku çav li danûstanên derheq hin mijarên din yên wekî, binpêkirina mafê aborî, çandî û civakî, rewşa berevankarên mafê mirovan, rewşa girtiyên xwedî du nasname û tawanên girêdayî bi îdamê yên li sala 1360`î bûye, ku nigeraniya çavdêrên mafê mirovan li pey xwe hebûye.
Rejîma Îranê heya niha berisva wan daxwazkarane nedaye, lê tê texmînkirin ku wekî daxwaziyên berê bê redkirin, çimkû di dawîn mehên çalakiyên “Asme Cehangîr”, repotêra mafê mirovan ya derheq karûbarên Îranê de, û gotûbêja Wezîrê Karê Derve yê Îranê, raportên navbirî bi nerast bi nav kir û ragehand ku: Tehran, wan reportêrane bi fermî nas nake”.