Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwazkariya “Elî Abidî” bo hawar çûna xelkê zirar berketî

17:30 - 3 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Hûnermendekî naskirî yê Kurd, bi belavkirina kurte vîdiyoyekê, daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiriye da ku, bi hawara xelkê zirar berketî yên bajarê Luristanê biçin.

 “Elî Abidî” hûnermendê naskirî yê Kurd, bi belavkirina kurte vîdiyoyekê, behsa lehî û herifîna malan kiriye ku, di heyamên çend rojên borî de, bajarên Kurdistanê girtiye.

Navbirî tevî axavtina xwe, sersaxî û hevxemiya xwe û endamên koma mozîkê ya “Nekeroz” got û herwisa daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku, bi hawara xelkê zirar berketî biçin.

Navbirî di peyama vîdyoyê de dibêje, “ji xelkê mirov hezkirî yê Kurdistanê daxwazdikim da ku, bi hawara xelkê zirar berketî biçin, û bê şik pêngaveke di vê barê de, erkeke mirovî û olî ya hemû aliyekî”.  

Piştî hatina lehiyê li gellek bajarên Kurdistan û Îranê nemaze bajarê Luristanê ku, bûye sedema zirareke gellek mezin û mal û rewşa jiyana xelkê têk daye, û di vê derheqê de, kempêynên cuda li bajarên Kurdistanê li jêr navê, “Zagiros çavnihêrê me ye” ji aliyê tevger û navendên çandî, civakî û jîngehparêzan hatine rêkxistin û mijûlê komkirina alîkariyan bo xelkê zirar berketî ne.