
Kurdistanmedia: Dayîka du şehîdên sorxelat yên PDKÎ çû ber dilovaniya xwe.
Roja Înê 9`ê Xakelêweyê, “Meryem Pîrotî Eqdem”, dayîka şehîd Hemze Hemzezade û şehîd Xefûr Hemzezade, li temenê 80 saliyî, li gundê Tajandere a girêdayî bajarê Şinoyê, çû ber rehmetê.
Şehîd Hemze Hemzezade, bi pila rêkxistinî(teşkîlat) a Serpelî di şer û pevçûnekê lihemberî hêzên dagîrkar yên rejîma Îslamî a Îranê, li rêkefta 10`ê Beframbara 1363`an, li gundê Sêkanî a girêdayî devera Deştebêl a ser bi bajarê Şinoyî şehîd bibû.
Şehîd Xefûr Hemzezade, bi destê dagîrkaran di şerekê de li bajarê Bane tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.