Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka du şehîdên PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

12:53 - 2 Gulan 2020

Roja 1`ê Gulana 2020`an, “Besra Yûsifzade”, keça “Xidir” û xelka gundê “Hesokendî” li herêma Berandizê ya girêdayê bajarê Urmiyê, bi hegera nesaxî û pîrbûnê, di temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.

“Besra” daîka 2 şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, şehîdan “Îsa Îbrahîmpûr û Kemal Îbrahîmpûr” bû.

Şehîd “Îsa” di sala 1340`an de li gundê Hesokendî ji dayîk bibû, her li destpêka xebata eşkere ya PDKÎ tevlî refên pêşmergan bû û kevte çepera parêzvanî ji Kurd û Kurdistanê. Navbirî roja 27`ê Sermwez a 1362`an li şer û pevçûnekê digel hêzên xwefiroş yên rejîma Îranê li gundê Kanîsipiyê şehîd bû.

Şehîd “Kemal” li sala 1346`an ji daîk bibû, û piştî şehîdbûna Îsayê birayê xwe dest da çeka wî û bû pêşmerge, roja 8`ê meha Rezber a 1366`an di şer û pevçûnekê digel caş û kirêgirtiyên rejîmê, li cihekê bi navê “Sûledokel” şehîd bû û bi wî awayî ev 2 kurên xwdêjêrazî tevlî karvanê sorxelat ê şehîdên Kurdistanê bûn.

Ev dayka dilşewitî û digel malbata xwe, hertimî şanazî bi rêbaza şehîdên xwe dikirin û heya dema dawiya jiyana xwe emegdarê Hizba Demokrat û pêşmergan bû.

Herçiqas bi hegera xweparastina li hember vîrûsa Koronayê, rêûresma sersaxiyê nehatiye danan, lê bona bi axê spartina xwedêjêrazî, gelek xelk li ser mezaran amade bibûn, ev jî hemû bi sedema kesayetiya wê dayîkê bû ku dayîka 2 şehîdên Kurdistanê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya dibêje malbat, xizim û kesûkarê “Besra Yûsifzade” û xwe şirîkê xema wan dizane.