Kurdistanmedia:“Êsmet Xelîlî Azeriyan” dayîka du şehîdên riya rizgariya Kurdistana, çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, “Êsmet Xelîlî Azeriyan” xelkê bajarê Bokanê, û hevjîna “Ebdulla Sambegî” roja Sêşemî 30`ê Rêbendanê, li temenê 85 salî çû ber dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî Ebdulla yek ji çalakvanê siyasî yê bajarê Bokanê bû û di serdema “Mosediq” de jî, çalakiyên ber çav hebûne.
Navbirî bo heyama 2 salan di girtîgeha Tehranê de bû, û ji aliyê axayên Bokanê ve bi sedema çalakiyên ku encam didan rastî azar û îşkenceyan dihat, û hewrisa bo pirsa Kurd gellek lêhatî bû, û di serdema rejîma Şah de jî, pêwendî bi şoreşa Kurdistana Başûr girtibû û hatûçûya wan dikir.
xwedêjêrazî di encamê de, sala 1352`an dema ku temenî wî 37 salî bû ji aliyê rejîma Sedam Husên ve hatibû bidar vekirin.
“Êsmet” li temenê kêmtir ji 40 salîiyî de, hevjînê xwe ji dest dide, û bi wê sedemê ku mirêna hevjînê wê nezalal bû, bi heyama çend salan û bi awayê berdewam, li Îraq û îranê de bajar bi bajar li pey çarenivîsa hevjînê xwe diket.
Selah Sambegî, kurê xwedêjêrazî, ku endamê PDKÎ bû bi sedema encamdan çalakiyên li dijî rejîmê, hatibû desteser kirin.
Navbirî piştî derbazkirina 5 mehan di girtîgehê de û bi bê dîtina malbata xwe, li roja 7`ê Gelawêja 1362`an, li temenê 21 salî de , di gel çen xort û ciwanên din yên Kurd yên bajarê Bokanê, ji aliyê celadên rejîma Îslamî a Îranê ve hatibûne bidar vekirin.
Herwisa kurekî din yê daye “Êsmet” bi navî Behmen di sala 1362`an li gundê Nobar hate nava rêzên pêşmergeyên PDKÎ, û şehîd Behmen li 9`ê Pûşpera 1362`an di bilindahiyên gundê “Erbenûs” ya girêdayê bajarê Bokanê, ku dema şer li dijî hêzên dagîrkar yên rejîma Îranê dikir, tevlî karvana şehîdên Kurdsitanê bû, û li heyama kêmtir ji du mehan “Êsmet” du kurê xwe ji dest dide.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.