
Kurdistanmedia: Li bajarê Pîranşarê, dayîka du şehîdên PDKÎ koça dawiyî kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî rêkefta 5`ê Sermaweza 1397`an(27`ê Çiriya Paşîn), xwedêjêrazî Xiyal Se`îdzade, dayîka du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, li bajarê Pîranşarê, çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî, dayîka du şehîdên bi navên, şehîd “Mihemed û Resûl Direxşanî” bû, û heya dawiya jiyana xwe, bi rêbaza kurên xwe serbilind bû.
Şehîd “Resûl Direxşanî” li sala 1349`an, li gundê “Qelat a Nalîn” jidayîk bibû, û rêkefta 10`ê Gelawêja 1368`an, li cihê bi navê “Girdeşînan” di encama şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê de, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Qebra navbirî li “Qelata Nalînê” ye.
Şehîd “Mihemed Direxşanî” jî, her li gundê “Qelata Nalîn” jidayîk bibû, û rêkefta 13`ê Gelawêja 1364`an, di encama şerê li dijî neyarên Kurdistanê, li cihê bi navê “Bavle” hatibû şehîd kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî Xiyal Se`îdzade, û xwe şirîkê vê xema van dizane.