
Roja Pêncşemî 26`ê Reşeme ya 1400`an a Rojî, “Zara Lawe” hevjîna “Qadir Ramîn” û dayîka 5 şehîdên gundê “Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedeyê malavayî li jiyanê kir.
Gundî Qarnê li 11`ê Xermanana sala 1358`an a Rojî, rastî êrîşa dirindane ya rejîma Îslamî ya Îranê hat û di wê êrîşa dirindane de 68 kes ji xelkê wî gundî bi şêweyek nemirovane hatine şehîdkirin.
Di wê êrîşa rejîma dagîrker a rejîma Îranê de 5 zarokên Xwedêjêrazî yên bi navên “Ehmed, Rehman, Osman, Xatuzîn û Zeyneb Ramîn” hatine şehîdkirin.
Xwedêjêrazî heta dawiya jiyana xwe bi dilekî birîndar bi hêviya vê bû ku herifîna vê rejîma xwînmij bibîne û axa Kurdistanê bê azadkirin.
Termê xwedêjêrazî “Zara”, di nav girseya xelkê navçeyê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersxiyê dibêje malbat, kesûkar û xizmên xwedêjêrzî û xwe şerîkê xema wan dizane.