
“Asiye Esedî Kelereş” keça “Ûsib” û hevjîna Xwedêjêrazî “Zabit Ehmêzade Axçeqel”ê û xelkê gundê “Axçeqel”ê yê girêdayê devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê û dayîka pêşmergê Kurdistanê yê bi navê “Nusret Ehmêzade”, roja Çarşemî 11ê Tebaxê Koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Asiye Esedî” heta dawiya jiyana xwe şanazî bi rêzaba kurê xwe dikir û tim daxwaza serbilindî û serkevtinê bo kurê xwe yê pêşmerge dikir.
“Nusret Ehmêzade” xelkê gundê “Axçeqel” ê ser bi devera Somayê ye ku ji sala 1362an ve pêşmergê Kurdistanê û kadrê PDKÎ ye.
Termê xwedêjêrazî “Asiye Asedî” di goristana “Dar El-Rehme” li gundê “Qesirk” yê girêdayê bajarê Urmiyê bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên “Asiye Esedî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.