Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka pêşmergeyekî Kurdistanê koça dawiyê kir

12:33 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2022

Dayîka pêşmergeyekî Kurdistanê li bajarê “Selmas”ê bi sedema bûyera hatinûçûnê koça dawiyê kir.

Roja Şemî 18`ê Pûşpera 1401an a Rojî, “Qudiret Mihemedî” temen 67 salî, keça “Sadiq”  jidayîkbûya gundê “Xurixure” yê girêdayî bajarê “Selmas”ê û rûniştiyê gundê “Lîlos”ê, dayîka “Şehram Hemîdzade” kadrê PDKÎ bi sedema bûyera hatinûçûnê canê xwe ji dest da.

“Qudret Mihemedî” bilî vê ku dayîka pêşmerge bû, berdewam hander û piştevanê kurê xwe bû bona berdewamkirina xebatê, herwisa jinek nîştimanperwer û hizbdost bû, hêviya wê serkevtina tevgera rewa ya Kurdistanê bû.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê gundê “Lîlos”ê bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkar û bi taybet kurê xwedêjêrazî “Şehram Hemîdzade” û xwe bi hevparê xema wan dizane.