
Kurdistanmedia: Dayîka şehîd Hekîm Rizaiy şehîdê sorxelat yê PDKÎ li devera Hewramanê çû ber dilovania xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 14`ê Xakelêweyê, Afiye Neqşbendî, keça Lutfilah û dayîka şehîd Hekîm Rizaiy çû ber rehmetê.
Şehîd Hekîm Rizaiy li sala 1334`an li bajarê Pawe jidayîk bûiye, û rêkefta 9`ê Xezelvera 1365`an, li çiyayê Roşî a bajarê Seqizê, li şerê li hemberî hêzên dagîrkar yên rejîma Îranê tevlî karvana şehîdan dibe.
Tribê şehîd Hekîm li bajarê Kirmaşanê ye û şehîd Hekîm Rizaiy, endamê Komîteya navendî a PDKÎ bû.
Xwedêjêrazî dayîka Hekîm Rizaiy heya dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza kurê xwe bû, û termê navbirî di nav girseya xelkê deverê bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî xem û nerhetbûna xwe bi sedema jidest dana xwedêjêrazî Afiye, sersaxî dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.