Kurdistanmedia: Daye “Nehiye” dayîka şehîd Kawe Cewanmerd endamê Komîteya Navendiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ku ji Hemaseya Kosalanê de tevlî karwanê şehîdan bû, bi boneya roja Pêşmergê Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Pêşmergên azadîxwaz!
Xortên dilsoz ên Kurdistanê!
Ew Kesên ku bi hişyariyeke tewaw ve, biryar didin bibne pêşmerge, ji daxwaz û xwastekên xwe yên destpêkî û netewî bergiriyê dikin û dibne nûnerê gel û xakeke dagîrkirî, û bêşik ew yek mezintirîn berpirsayetî li ser stûyê kesekî şoreşvan e.
Her li ber vê yekê, dibe her roj rêz ji xebat û mandînebûniya weyê pêşmerge bê girtin, roja we pîroz be emegnastirîn xortên Kurdistanê. Ez 26`ê Sermawezê ji rêvîngên rêbaza asorohn ya rêberên şehîd, û Kako û hevalên wî, bi hêviya serkeftin û serfiraziyê ji bo Pêşmergê Kurdistanê û gehştin bi vê armanca bilind û pîroz, ku baştirîn xortên me li pêxema wê de canê xwe kirin xelat.
Dayîka Kako