Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîd “Mehmûdaxa Mehmûd Taş” xwedêjêzarî “Meryem Bamirovet” koça dawiyê kir

19:08 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di 3ê meha Gelawêjê de, Dayîka şehîdekî Kurdistanê ê bi navê “Mehmûdaxa Mehmûd Taş”, xwedêjêrazî “Meryem Bamirovet” xelkê gundê “Sîngan”ê ku herwisa xwîşka 3 şehîdên Kurdistanê ye, piştî jiyaneke bi serbilindî û bi rûmet koça dawiyê kir.  

Xwedêjêrazî “Meryem” keseka netirs, welatparêz û hogirê PDKÎyê bû û tim şanazî bi vê yekê dikir ku xwediyê 4 şehîdên doza azadî û serbestiya Kurdistanê ye.

Şehîd “Mehmûdaxa Mehmûd Taş” ê kurê xwedêjêrazî “Meryem”ê, li sala 1342an a Rojî, li bajarê Nexedê ji dayîk bibû.

Navbirî piştî êrîşa rejîma Îranê li ser axa Kurdistanê tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû û di çepera xebat bo ax û gel de, çalakane xebat kir.

Di encamê de şehîd “Mehmûdaxa” li rêkefta 14ê meha Xakelêweya sala 1362an di şer û pevçûnekê de digel hêzên rejîma Îranê li cihekî yê bi navê “Çarşêw Beser”ê tevlî karwanê şehîdan bû; Tirba navbirî li “Daye Mawê” de ye.

Herwisa xwedêjêrazî “Meryem” xwîşka 3 şehîdan ên bi navên “Mamend, Zurar û Behmen Bamirovet” e.

Şehîd “Mamend Bamirovet” li bajarê Şinoyê ji dayîk bibû û endamê PDKÎyê bû ku di rêkefta 26ê Sermaweza sala 1361an a Rojî bi sedema teqîna mînê şehîd bibû.

Şehîd “Zurar Bamirovet” li sala 1334an a Rojî di gundê “Endêzê” yê girêdayê bajarê Pîranşarê ji dayîk bibû.

Şehîd “Zurar” piştî tevlîbûn bi refên PDKÎyê, di encam de li rêkefta 23ê Pûşpera sala 1361an a Rojî li şer û Pevçpûnekê digel hêzên rejîma Îranê di cihekî yê bi navê “Qelate Reş”ê şehîd bû; Tirba şehîd “Zurar” di “Çakî Gulanî Berî Mêrgan”ê de ye.

Herwisa şehîd “Behmen Bamirovet” li sala 1344an di bajarêka“Nelos”ê de ji dayîk bibû, şehîd “Behmen” piştî hilgirtina çeka pîroza pêşmergetiyê û birêvebirina erkên hizbî, li rêkefta 27ê meha Rezbera sala 1362an di şer û pevçûnekê de li dijî hêzên rejîma Îranê li cihekî yê bi navê “Homelî Serdeşt”ê tevlê karwanê Şehîdan bû.

Xwedêjêrazî “Meryem” heta dawiya jiyana xwe bi hêvîya hilatina roja rizgariya welat û gihîştin bi armancên şehîdan jiya.

Termê xwedêjêrazî di gundê “Sîngan”ê de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, sersaxiyê dibêje bi malbat û kesûkarên xwedêjêrazî “Meryem”ê û xwe bi hevparê xema wan dizane.