“Gozel Ehmedî” dayîka şehîdê Kurdistanê “Heyder Ehmedî” û hevjîna şehîd “Silêman Ehmedî” û jinbiraya şehîd “Ebdullkerîm Ehmdedî”, xelkê “Beresipi”ya Somayê ya ser bi bajarê Urmiyê, îro roja Sêşemî rêkevta 30`ê Xermananê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Gozel Ehmedî” şanazî bi xebata rewa ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dikir û hertimî piştevanê kur, hevjîn û tiyê xwe ên pêşmerge bû.
Xwedêjêrazî piştî şehîdbûna hevjînê xwe, berpirsayetiya zarokên xwe girte stuyê xwe û zevac nekir û heta dawî jiyana xwe egmegdarê şehîdan bû.
Şehîd Kurdistanê “Silêman Ehmedî” hevjînê “Gozel Ehmedî”, li rêkevta 25`ê Cozerdana 1361`an a Rojî, li “Hesinava”yê di binkeyek Hizbê de digel 5 pêşmergên din ji aliyê xwefiroşekê ve hatine şehîdkirin.
Şehîdê Kurdistanê “Heyder Ehmedî” kurê “Gozel Ehmedî”, rêkevta 16`ê Befranbara 1363`an a Rojî, li “Ceter”ê li şer û pevçûnekê digel hêzên rejîma Îranê hate şehîdkirin û tevlî karvanê şehîdan bû.
Şehîdê Kurdistanê “Ebdulkerîm Ehmedî”, tiyê “Gozel Ehmedî” rêkevta 14`ê Befranbara 1359`an a Rojî, li “Zendeşt”ê li şer û pevçûnekê digel hêzên dagîrker ên rejîma Îranê hate şehîdkirin û tevlî karvanê şehîdan bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.