“Befrîn Xêyrî” dayîka şehîd “Adem Beşîrî” li bajarê Urmiyê bi sedema rawestana dil koça dawiyê kir.
Roja Duşemî 28ê Hezîranê, Xwedêjêrazî “Befrîn Xêyrî”xelka gundê “Ewrise” yê girêdayê devera Mirgewer a bajarê Urmiyê û dayîka şehîdê Kurdistanê “Adem Beşîrî” di temenê 80 saliyê de bi sedema rawestana dil li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Şehîd “Adem Beşîrî” di sala 1343an a Rojî de, li gundê “Ewrise” ji dayîk bibû û digel 48 pêşmerhên din ên PDKÎ li şerê çend roje li nav bajarê Urmiyê tevlî karvanê şehîdên Kurdistanê bû.
Tirba şehîd “Adem Beşîrî” li goristana “Baxê Rizwan” a bajarê Urmiyê de ye.
Termê xwedêzêrazî “Befrîn Xêrî” bi beşdariya malbat, xizm û kesûkarên wê û bi beşdariya xelkê gundê Ewrise û devera Mirgewer, li gundê Ewrise bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên “Befrîn Xêyrî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.