
“Xatûn Meirufî Azer” dayîka şehîd “Qadir Şawele Nijad” û hevjîna xwedêjêrazî “Ebdullah Şawele Nijad” li gundê “Nellîwan” li temenê 87 salî de bi sedema nesaxiyê malavayî ji jiyanê kir.
Xwedêjêrazî jinek nîştimanperwer û hizbdost bû û heta dawiya jiya xwe wefadar bi rêbaza kurê xwe yê şehîd bû û hêviya wê eva bû ku rizgariya nîştimanê bibîne.
Şehîd “Qadir Şawele Nizad” li sala 1338`ê ya Rojî, li gundê “Nellîwan” ji dayîk bibû.
Navbirî piştî vê ku tevlî refên Partiya Demokrat a Kurtdistana Îranê dibe, li şer û pevçûnek li dijî hêzên dije gelî yên rejîma Îslamî a Îranê li rêkevta 10`ê Reşeme ya sala 1360`ê ya Rojî li Şinoyê şehîd bûye.
Termê Xwedêjêrazî “Xatûn” di nav girseya xelkê navçeyê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.