Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî doza rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

18:02 - 8 Îlon 2021

Roja Sêşemî 16ê meha Xermananê, “Gulê Ehmedî” dayîka şehîd “Şerîf Pûrmihemedî” û hevjîna “Hacî Dome” bi sedema nexweşiyê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê, koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Gulê Ehmedî” keseka welatperwer bû û tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîdbûyî dikir.

Şehîd “Şerîf Pûrmihemedî” li sala 1345an a Rojî li gundê “Sîngan”ê ji dayîk bibû.

Şehîd “Şerîf Pûrmihemedî” li rêkefta 8ê meha Pûşpera sala 1367an a Rojî di şer û pevçûnekê de digel hêzên rejîma Îranê li “Temawan”ê girêdayê bajarê Şinoyê şehîd bû.

Tirba Şehîd “Şerîf Pûrmihemedî” di geliyê “Gader” de ye.

Termê xwedêjêrazî “Gulê Ehmedî” bi beşdariya xelkê deverê li goristana “Feqî Şalî” bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşiyê dide malbat û kesûkarên vê û xwe bi hevparê xema wan dizane.