Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka Şehîdekî koça dawiyê kir

12:42 - 12 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Dayîka Şehîdekî doza azadiyê, di bajarê Şinoyê de, koça dawiyê kir.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî, 21`ê Befranbar, “Fatime Silêmanî”, dayîka Şehîd “Elî Silêmanpûr”, xelkê gundê “Aliyan”a devera “Deştebêl”a girêdayê bajarê Şinoyê, di temenê 77 saliyê de, çû ber dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazî, jineke welatparêz û hogirê PDKÎ bû ku, tim şanazî bi rêbaza kurê xwe dikir.

Şehîd “Elî Silêmanpûr”, di sala 1342`an de, li gundê “Aliyan” a girêdayê bajarê Şinoyê, ji dayîk bibû.

Piştî êrîşa rejîma dagîrker a Îranê bo ser axa Kurdistanê, tevlî hêza Pêşmergê Kurdistanê bû û erkên xwe yên Hizbî bi dilsozî birêvedibir.

Di encam de, Şehîd “Elî Silêmanpûr” li rêkevta 6`ê Rezber a sala 1361`an, di şer û pevçûnekê de, li dijî rejîma Îslamî a Îranê di hêza Şehîd “Niho” de, di gundê “Xelîfe” a bajarê Mihabadê de, tevlî refên Şehîdên Kurdistanê bû.

Tirba Şehid “Elî Silêmanpûr”, li gundê “Gergûl a xwarê”, girêdayê bajarê Neqedeyê ye.

Xwedêjêrazî “Fatime”, heya dawiya jiyana xwe, bi rêbaza kurê xe yê Şehîd wefadar ma.

Termê navbirî, di nawa pişikdariya xelkê deverê de, bi axa pîroza welat, hate sipartin.

PDKÎ, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesû karên navbirî û xwe bi hevparê xemên wan dizane.