Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka Şehidekî Kurd û Kurdistanê di bajarê Şinoyê de koça dawiyê kir

18:50 - 25 Gulan 2020

Roja Şemî, 23`ê Gulanê, xwedêjêrazî, “Amîne Xaweran” dayîka şehîd “Ehmed Bermûz”, xelka bajarê “Şino”yê, piştî jiyaneke pir ji serbilindiyê, di temenê 100 saliyê de, koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Amîne Xaweran” hevjîna pêşmergê Komara Kurdistanê “Elî Bermûz” bû, ew keseke hogirê PDKÎ û welatpewer bû ku tim şanazî bi hevjînê xwe û kurê Xwe yê şehîd dikir.

Şehîd “Ehmed Bermûz” di 9`ê Xermanan a sala 1328`an de li gundê “Celdiyan”ê ji dayîk bûye, piştî êrîşa dagîrkerên rejîma Îranê li ser axa pîroz a Kurdistanê, tevlî refên “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê bû û erekên xwe yên Hizbî bi dilsoziyê ve bi rê ve bir.

Şehîd “Ehmed Bermûz”, di şerê Neqedeyê de birîndar bû, piştî çendîn salan jî dest ji pêşmergatiyê hilnegirt û bona parastina welatê xwe carek din çeka şerefê hilgirt.

Di encamê de, Şehîd “Ehmed Bermûz”, di meha Xermanan a sala 1359`an de, di dema şer û pevçûnê digel hêzên rejîma Îranê de, di cihek bi navê “Sergirde” a girêdayê bajarê “Pîranşarê” de, careke din birîndar bû û bona çareserkirina pizîşkiyê bo nexweşxaneya “Hewlêr”ê  hate vequhastin ku li ser sînorê “Temerçîn”ê rastî helîkopterên rejîma xwînxwar a Îranê hatibûn û di encamê de digel 3 hevalên xwe hatibûne şehîdkirinê û tevlî karvanê sorxelat ê Şehîdên Kurd û Kurdistanê bûn.

Termê şehîd “Ehmed Bermûz”, di nav goristana “Gezgezik” a bajarê Pîranşarê de ye.

Xwedêjêrazî “Amîne Xaweran” heya nefesên dawiya jiyana xwe, bi doza şehîdan wefadar ma. Termê Xwedêjêrazî “Amîne Xaweran”, di bajarê Şinoyê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat, xizim û kêsên “Amîne Xaweran” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.