Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Pîranşarê dayîka şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

12:27 - 15 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 24`ê Befranbara 1400`an, seyîd “Xedîce Nîkcûyan” dayîka şehîd “Husên Perçem” xelkê bajaroka “Peswê” a girêdayî bajarê “Pîranşar”ê bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Şehîd “Husên Perçem” sala 1346`an,  li gundê “Hengewê” ya girêdayî bajarê “Pîranşar”ê ji dayîk bibû û di rêkevta 5`ê Pûşpera 1365`an li gundê “Qulqule” ya girêdayî bajarê “Seqiz”ê di şer û pevçûnekê de şehîd bibû.

Termê şehîd “Husên” li gundê “Qamîşle” ya ser bi bajarê “Merîwan”ê bi axê hatiye spartin.

Xwedêjêrazî pêşmergeyekî çeleng, netirs û çalak bû, û erkên xwe yên hizbî bi awayekî dilsozane bi rê ve dibir.

“Xedîce” jinek nîştimanperwer bû, û şanazî bi rêbaza kurê xwe dikir.

 Termê xwedîjêrazî di nav girseya xelkê herêmê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên seyîd “Xedîce Nîkcûyan” û xwe hevparê xema wan dizane.