Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Kurdistan ê di Nexed ê de koça dawiyê kir

13:48 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Çarşemî, 22ê Tîrmeha 2020 an, “Fatime Qadirpûr”, dayîka şehîd “Xalid Babekrî”, xelkê gundê “Gergul a jêrîn” ya girêdayê bajarê “Nexedê”, piştî temenek pir ji serbilindî, koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Fatime” jineke hizbdost û welatperwer bû û tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd, dikir.

Şehîd “Xalid Babekrî” kurê Fatime yê, di gundê “Gergul a jêrîn” de ji dayîk bibû.

Piştî êrîşa rejîma dagîrker a Îran ê bo ser axa Kurdistanê, Xalid jî tevlî refên “Pêşmergê Kurdistan”ê bibû û çeka pêşmergetiyê havête milê xwe.

Di encamê de, şehîd “Xalid” di 22 yê meha Cozerdan a sala 1363 an de, ji aliyê rejîma Îranê ve hate sêdaredanê û tevlî karwanê sorxelate şehîdan bû.

Xwedêjêrazî “Fatime”, heya dawî dema jiya xwe, bi rêbaza pir ji serbilindî ya şehîdan wefadar ma.

Termê xwedêjêrazî di warê xwede, bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.

PDKÎ, sersaxiyê dide malbat û kesên “Fatime Qadirpûr” û xwe şirîkê xema wan dizane.