Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Partiya Demokrat koça dawiyê kir

13:56 - 22 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, li bajarê Bokan, çû ber dilovaniya xwe.

Roja Înê, 31`ê Cozerdana 1398`an, “Şerafet Ebdulahî”, dayîka şehîd “Farûq Hesen Xeyat”, li bajarê Bokanê koça dawiyê kir.

Şehîd “Farûq Hesen Xeyat”, li sala 1365`an li bajarê Bokanê, di nav malbateke nîştimanperwer de jidayîk bûye, û navbirî li zanîngehê şiya serkevtiyane bawerînameya Karnasî a bilind li beşa endaziyariya cotiyariyê bi dest bixîne.

Şehîd Farûq, wekî pêşmergeyekî jêhatî û çeleng bû, û her bi wê sedemê bû mamosteyê fêrgehê, û wekî kadrekî sîyasî, leşkerî û jêhatî, erkên ku pê dihatin spartin bi awayekî dilsozane bi rêve dibir.

Şehîd Farûq, roja 17`ê Xermanana 1397`an, digel hevalê xwe “Muxtar Qadirpûr”, bi sebeba êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê bo ser binkeyên Partiya Demokrat li bajarê Koyê, tevlî karwana şehîdên Kurdistanê bû.

Termê xwedêjêrazî “Şerafet”, dinav girseya xelkê deverê bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şerîkê vê xema van dizane.