Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî PDKÎ çû ber dilovaniya xwe

01:36 - 13 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Li bajarê Sine dayîka şehîdekî sorxelat yê PDKÎ, koça dawyî kir.

Roja Sêşemî 16`ê Rêbendana 1397`an, xwedêjêrazî “Serahî Resûlî” dayîka şehîd “Ebdulla Muradî” xelkê gundê “Nêrsge” a girêdayî devera Saralî a ser bi Dîwandere, çû ber dilovaniya xwe.

Şehîd Ebdulla Muradî, endamê teşkîlat (rêkixistin)a veşartî a PDKÎ bû.

Şehîd Ebdulla Muradî, di zivistina sala 1373`an, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû êxsîr kirin, û piştî sê salan azar û îşkencekirinê, di Payîza sala 1376`an li bajarê Sine hate bidar vekirin.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.