Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî PDKÎ çû ber dilovaniya xwe

13:02 - 11 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li bajarokê Nelosê, dayîka şehîdekî sorxelat yê PDKÎ, koça dawyî kir.

Roja Çarşemî, rêkevta 15`ê Reşemehê “Sara Ehmedpûr” dayîka şehîd “Îbrahîm Elaweysî” li bajarokê Nelosê a girêdayî bajarê Şinoyê, çû ber rehmetê.

Şehîd “Îbrahîm” li sala 1342`an li bajarokê Nelos a girêdayî bajarê Şinoyê, jidayîk bûye.

Şehîd “Îbrahîm Elaweysî” li rêkevta 11`ê Gelawêja 1367`an li şer û pevçûnan li hemberî rejîma dagîrkar a Îranê,  şehîd bûye.

Termê xwedêjêrazî, di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.