
Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat yê PDKÎ, koça dawiyî kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, “Zara Fetholahî” hevjîna xwedêjêrazî “Seiyîd Ehmed Mîrawê” û dayîka şehîd “Hacî Seiyîd Elî Azerî” şehîdê riya rizgariya Kurdistanê, roja Duşemî 5`ê Xakelêweya 1398`an, di temenê 94 saliyî de, bi sedema bi temenbûn û nesaxiyî, li gundê Mîrawê a girêdayî bajarê Şinoyê, ço ber rehmetê.
Herwisa em hezaran silav dişînin bo tirba paqija xwedêjêrazî û hezaran silavên din bo vê nîştimanê ku, karîn ciwanên xwe pêşkêş bi baregaha azadî û rizgariya Kurdistanê bikin, silav dikin ji emegnasiya xelkê Kurdistanê ku, di dema koça dawiya bav û dayîkên şehîdan de, weke emegnasiyekê bo şehîdan li dor û nêzîk ve beşdariya bi ax spartina wan dikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe bi hevparê vê xema van dizane.