
Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat yê PDKÎ, koça dawiyê kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 15`ê Xakelêwey(4`ê Nîsan)`ê, “Rabi`e Rehîmzade” dayîka şehîd “Arif Xosrewî” a xelkê gundê “Hacî Memedan” a girêdayî devera “Xorxore” a girêdayî bajarê Seqizê,bi sedema bi temenbûnê çû ber rehmetê.,
Şehîd “Arif Xosrewî” li 15`ê Reşemeha 1363`an, li şer û pevçûna di gel hêzên dagîrkar yên rejîma Îranê, li gundê “Kesnezan” a girêdayî devera “Serşêv” a girêdayî bajarê Seqizê, şehîd bibû.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.