Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê çû li ser dilovaniya xwe

17:24 - 17 Hezîran 2022

Roja Pênçşemî 16`ê Hezîranê, xwedêjêrazî “Gulê Çegerî”, dayîka şehîd “Şehab Ferşadî” xelkê gundê “Filkan” yê girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, li temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî Golê heta dawîn demên jiyana xwe, emegdarê rêvîngên Demokrat û kurê xwe yê şehîd bû.

Termê xwedêjêrazî Golê di nav girseya xelkê gundê Filkan û gundên derdorê de bi axê hat spartin.

Şehîd Şehab Ferşadî, digel 11 endamên nehênî yên PDKÎ, li sala 1366`an li gundê “Dizê” yê girêdayî devera Mirgewer, ji aliyê hêzên li dijî gelê xwe, hatin biçavkirin û li sala 1368`an li girtîgeha Navendî ya Urmiyê, digel 11 girtiyên  din hatin bidarvekirin û tevlî karwana pakrewanan bûn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq koça dawiya xwedêjêrazî, Golê dayîka şehîd Şehab Ferşadî, sersaxiyê dibêje malbata Ferşadî û xizm û kesûkarên navbirî, û xwe hevparê vê xema wan dizane.