Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

18:45 - 13 Îlon 2021

Roja Yekşemî 21ê Xermananê, “Estî Îlahî” dayîka şehîd “Bayezîd Îlahî” bi sedema qezaya hatinûçûnê digelkurê xwe yê bi navê “Omer” canê xwe ji dest da.

Xwedêjêrazî “Estî” keseke welatperwer bû û hertrim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.

Şehîd “Bayezîd Îlahî” di sala 1342ê rojî de li gundê “Qelatasiyan”ê ser bi bajarê Serdeştê ji dayîk bibû.

Navbirî piştî vê yekê ku tevlî refa hêzên pêşmergên Kurdistanê bibû di rêkefta 27ê Xermananê di sala 1362ê rojî di şer û pevçûnekê de digel hêza dagîrkerên Kurdistanê di cihekî de yê bi nav “Elîabad” şehîd bû.

Termê xwedêjêrazî “Estî” digel kurê wê “Omer” bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizim û kesûkarê wê û xwe bi hevparê xema wan dizane.