
“Kallê Muradî” dayîka şehîd “Mihemed Behramî”, xelkê gundê “Bîçaxçî” yê ser bi navçeya Hewşar, roja 1`ê Xakelêweya 1401`an a Rojî, bi sedema kalbûnê li temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî jinek nîştimanperwer û hizbdost bû û heta dawiya jiyana xwe emegdarê rêbaza kurê xwe yê şehîd bû.
Şehîd “Mihemed Behramî” li gundê “Bîçaxçî” ji dayîk bûye.
Navbirî bi sedema zilm û dagîrkeriya rejîma Îslamî ya Îranê tê tevlî refên PDKÎ dibe.
Şehîd “Mihemed” sala 1364`ê ya Rojî, li şer û pevçûnek li dijî dagîrkerên Kurdistanê de tê dîlgirtin û paşê li sala 1366`ê de li bajarê Tikabê ji aliyê rejîma dagîrker a Tehranê ve tê îdamkirin û termê wî jî, tê bêserûşûnkirin.
Termê daye “Kallê” di nav girseya xelkê deverê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.