Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariyê, çû ber dilovaniya xwe

13:57 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Sine, koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 27`ê Pûşperê, “Qemernaz Husênî”, dayîka şehîd “Kerîm Elyasî” ya xelkê gundê “So” a girêdayê devera Çemşar a ser bi bajrê Sine, çû ber rehmetê.

Şehîd “Kerîm Elyasî”, li sala 1363`an, bi destê caş û sîxorên rejîma dagîrker a Îranê, li ser sînorê gundê “Gezen” hate şehîdkirin, û ji aliyê Pasdarên dilên tijî keb ve bêrêzî li termê wî hate kirin, û ew kiryare bûye sedema wê ku kebên xelkê li rejîmê vebe.

Herwisa xwedêjêrazî xweişka şehîd “Seyîd Kemal Husênî” pêşmergê Hizba Demokrat bû.

Terma navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê wê xema wan dizane.