
Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat di bajarê Bokanê de çû ser dilovaniya xwe.
Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 4`ê Pûşpera 1397`an, xwedêjêrazî “Zîn Hesenzade” dayîka şehîd “Îsma`îl Rezayî” di devera “Rehîmxan” ya Bokanê de bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.
Navbirî miroveke nîştimanperwer û emgdara riya kurê xwe yê şehîd bû, û termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Şehîd “Îsma`îl Rizayî” di sala 1364`an di devera “Rehîmxan”ê de ji dayîk bibû, û navbirî kadrekî lêhatî yê hizbê bû ku, di 19`ê Xermanana sala 1364`an di cihê bi navê Kerîzanê de, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê dibe.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.