Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka Şehîdekî riya rizgariyê çû ber dilovaniya xwe

13:11 - 20 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat yê PDKÎ çû ber dilovaniya xwe.

Şeva Înê 30`ê Xakelêweyê, xwedêjêrazî “Gulerîzar Nesrulahî” xelkê gundê Qasmilû û dayîka şehîd Velî Velîzade, bi sedema nesaxiyê çû ber rehmetê.

Şehîd Velîzade, li sala 1349`an, li gundê Qasimlû jidayîk bibû û li rêkefta 28`ê Gelawêja 1374`an, li cihê bi navê Deştekanê rastî bosya hêzên dije gelî yên rejîma dagîrkar a Îranê dibe û tevlî karvana şehîdên Kurdistanê dibe.

Şehîd Velîzade, ji ber lêhatîbûnê, ji aliyê hizbê ve, pileya kadriyê ya dereca 4 pê hatibû dan, û di komîteya Şaristanî ya Urmiyê de erka hizbê birêve dibird.

Termê xwedêjêrazî Gulîzar di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.