Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî sorxelat çû ser dilovaniya xwe

13:09 - 23 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî PDKÎ bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 31`ê Banemera 1397`an, xwedêjêrazî “Xawer Erşedî” dayîka “Yedullah Şîrînsuxen” li temenê 63 saliyê li bajarê Sine de çû ser dilovaniya xwe.

Termê xwedêjêrazî her di vê rojê de, li gundê “Xakrozî” û di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Şehîd “Yedullah Şîrînsuxen” di sala 1352`an, li gundê “Xaruzî” a ser bi  bajarê Sine de hatibû dinê, û navbirî pêşmergê PDKÎ bû, ku di 17`ê Sermaweza 1376`an, li derwazeya bajarê Koyê de hate terorkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.