Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka Serwan “Ehmed Cawîdfer” li bajarê Mihabadê koça dawiyê kir

20:36 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 20ê Tîrmehê, dayîka şehîd Serwan “Ehmed Cawîdfer”, xwedêjêrazî “Ayîşe Ezîzzade”li temenê 95 saliyê li bajarê Mihabadê, koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Ayîşe” li sala 1305an a Rojî li gundê “Qum Qela” ya ser bi bajarê Mihabadê ji dayîk bibû, xwedêjêrazî jineke şoreşger û xweragir bû, di heyamê mehekê de li sala 1360an a Rojî  2 kurên wê ku di nava refên PDKî de Pêşmerge bûn, canê xwê goriyê parastina Kurd û Kurdistanê kirin û tevlî karwanê sorxelate Şehîdên kurdistanê bûn.

Xwedêjêrazî “Ayîşe” dayîka pêşmergeyekî qehreman ê PDKÎ, yê bi navê Serwan Ehmed Cawîdfer, naskirî bi kak “Hejar” bû û her tim şanazî bi vê yekê dikir ku kurê wê pêşmerge bûye û di rêya azadiya Kurdistanê de tevlî karwanê şehîdan bûye.

“Ehmed Cawîdfer” naskirî bi “Hejar” li sala 1330an a rojî li gundê “Qum Qela”yê ji dayîk bibû û li temenê 7 saliyê, bo dibistanê hatibû şandin û bona doma xwendinê bo bajarê Mihabadê hatibû şandibûn.

Di sala 1349an a rojî de piştî serbaziya destê zorê li zanîngeha Efserî ya bajarê Tehranê hatibû wergirtin. Li heyamê ku di arteşa rejîma Pehlewî de bû, seh bi vê yekê kiribû ku ew rejîm heta çi qasekî zulimkar e.

Serwan “Ehmed Cawîdfer” li sala 1357an a Rojî pêwendiya nihênî digel PDKÎyê girtibû; Piştre arteşa Îranê bi cih hişt û tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû; Di destpêkê de Cihgirê lik ê hêza “Pêşewa” bû ku piştre bû bi fernadeyê hêzê.

Di heyama pêşmergetiya xwe de çendîn hemaseyên mezin afirandin. Şehîd Serwan “Ehmed Cawîdfer”, Efserekî şoreşger û welatperwer ê Kurd bû ku di gitrina padigana Mihabadê de rola girîng û karlêker hebû.

Şehîd “Hejar” di meydê xebatê de fermandeyê Hêza Pêşewa û Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎyê bû, piştî çendîn caran birîndarbûnê di encamê de li 22ê Sermaweza sala 1360an a Rojî di şerekî qehremanane de li ser rêya Bane-Serdeştê, şehîd bû.

Herwisa kurekî din ê xwedêjêrazî “Ayîşe” ê bi navê şehîd “Silêman Cawîdfer” li 21ê Xezelwera sala 1360an a Rojî, ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve hate îdamkirin û tevlî karwanê şehêdan bû.

Termê xwedêjêrazî “Ayîşê” li gundê wê de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dide malbat û kesûkarên xwedêjêzî Ayîşe Ezîzzade û xwe şirîkê xema wan dizane.