Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka têkoşer ya du Şehîdên Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe

18:50 - 15 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Dayîka du Şehîdên dilsoz yên rizgariya Kurdistanê, koça dawiyê kir.

Roja Înê, 24`ê Cozerdana 1398`an, Şerîfe Moradî, dayîka Şehîdên wekî: Teha û Şemse Rostemî, xelkê gundê Hûye, ya girêdayî devera Jaweroyê, bi sedema nesaxiyk, di temenê 73 saliyê de, çû ber dilovaniya xwe.

Şerîfe, yek ji dilsoz û emekdarê hizb û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bû ku, her sal serdana hizb û malbatên Şehîdan dikir û dema zivirîn bi rojhilatê Kurdistanê, bi bê tu tirsekê, hemû caran belavokên hizbê bi xwere dibirin û digehand destê endamên hizbê.

Şehîd Teha Rostemî, Pêşmergê dilsoz û çelengê Hizba Demokrat, li sala 1362`an, di şerek naberaber de dij bi hêzên pasdarên terorîst de, li Hencîran, li dewera Merîwan de, paşî qehremaniyek bê mînak, Şehîd bû.

Şehîd Şemse Rostemî, kadrê jêhatî yê Partiya Demokrat, li sala 1382`an, li gundê Mîrawê, ser bi bajarê Sinê, digel çend hevalên xwe, rastî bosyeya hêzên dijî mirovî û dagîrkarên Kurdistanê hatibûn, lê, mixabin Şehîd bû.

Hêjayê base ye ku, Mistefa Rostemî, hevjînê Şerîfe û bavê du Şehîdên Kurdistanê yên bi navên, Teha û Şemse ku li sala 1384`an de çû ber dilovaniya xwe; Endamê xebatkar ê Hizba Demokrat bû û bi caran tev Şerîfe, ji aliyê caş û bi kirêgirtiyên hêzên itla`ata rêjîmê de, hatibûn azar û îşkencekirin û bi berdewamî rastî givaşan rejîmê dihatin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê wê xema wan dizane.