Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayka pêşmergeyekî Kurdistanê koça dawiyê kir

17:56 - 16 Gulan 2021

Roja Şemî 15ê Gulanê, dayka pêşmergeyekî Kurdistanê li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir.

 “Kubra Me`rûfî” temen 58 salî, keça “ Rehman” xelka bajarê Pîranşarê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî Meryem dayka Pêşmergê Kurdistanê “ Mihemed Yûsifî” naskirî bi “Mihemed Baldar”e.

Mihemed Yûsifî, çendîn sale wekî pêşmergeyekî dilsoz di nava refa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de çeka berewanî li ax û nîştimana xwe hilgirtiye.

Meryem li dema despêkirina xebata nû ya PDKÎ ya naskirî bi “Rasan”ê de, pêka şiyana xwe tevî hevjînê xwe, xwedêjêrazî “Husên” hevkariya hizbê kirine.

Termê xwedêjêrazî Meryem, li goristana “ Kone Xanê” bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şirîkê xema wan dizane.