
Dayka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê a bi navê “Gulistan Ostadî” dayka şehîd “Îbrahîm Ehmedî” û xesûya şehîd “Selah Ehmedî” xelka Arenan yê ser bi bajarê Sine di temenê 86 saliyê de çû ser dilovaniya Xwedê.
Şehîd “Îbrahîm Ehmedî” kurê “Gulistan Ostadî” li sala 1339`an a Rojî, li gundê Arenan yê ser bi bajarê Sine ji dayîk bûye, ev jî wekî her nîştimanperwerekî din tevlî refên hêza pêşmergê Kurdistanê bûye û erk û karên pê dihatin sipartin bi dilsozane encam dida û pileya cihgir hêzî jî hebû.
Şehîd Îbrahîh Ehmedî li 5`ê Cozerdana 1365`an di şer û pevçûnekê li dijî hêzên dagîrkerên Kurdistanê li cihekê bi navê Rezaw hate şehîdkirin û tevlî karvanê şehîdên Kurdistanê bû.
“Gulistan Estadî” hêviya wê ev bû ku azadiya Kurdistanê bi çavên xwe bibîne, lê mixabin li rêkevta 9`ê Banemera 1400`an li bajarê Sine koça dawiyê kir û termê wê li guristana “Biheşt Mihemedî” bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.