
Girûpek tunajo ya ser bi Şî`eyan li Bexdayê êrîş kirine ser taya 5 a Partiyê û agir berdanê û beşek ji avahiya taya Partiyê hate şewitandin.
Şeva 27 li ser 28`ê Adara 2022`an, girûpek tundajo ya Şî`eyan, êrîş kire ser taya 5 a Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê li Bexdayê û der û pencerê wê şikandin û piştire agir berdanê û gelek xisar gihandinê.
Ev girûpa tundajoya Şî`e bi hêceta vê ku yek ji endamên rêberiya Partiyê twîtek li dijî Merce`ê Şî`eyan belav kiriye û bûye sedemê kerb û kîna wê girûpê û êrîş kiriye ser deftera Partiyê.
Tê gotin ku ev girûpa êrîşkirî li ser taya Partiyê, alîgirên Heşda Şe`ibî bûne û bi hêceta vê ku kesekê bi navê Dr. Nayif Kurdistanî twîtek belav kiriye, û sivkatî bi merce`iyeta Şî`eyan kiriye, lewma wan jî bertek nîşan dane û agir berdane binkeya Partiyê.
Partiya Demokrat ragihaniye ku twîta wî kesî ku wekî endamê Partiyê hatiye nasandin, bi ti awayekê raya Partiyê nîne û raya wî bixwe ye.
Dr. Nayif Kurdistanî bi belavkirina twîtek din dibêje, ku hesaba wî hatibû hakkirin.
Bi fermana Rêber Ehmed yê Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê, ev kese hatiye girtin û radestî dadweriyê hatiye kirine.