Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dêgele; Bona rêzgirtin ji wan jinên ku ev 20 salin endamên hizbê ne, rêûresmek hat lidarixistin

18:06 - 17 Gulan 2022

Roja Duşemî 16`ê Gulanê, Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ bi hevkariya Yekeya Birêveberiya Kempa “Dêgele” bona rêzgirtin ji xebat û têkoşîna endamên hizbê yên 20 sale rêûresimek lidar xist.

Di destpêka rêûresimê de Berpirsê Yekeya kempa “Dêgele” “Elî Soranî” çend gotinek li derheq armanca vê rêûresimê de pêşkêşî amadebûyan kir.

Di vê rêûresimê de, berpirsê rêkxistina Hizbê yê li derveyî welat “Kawe Ebdalî” û berpirsê rêkxistina Eşkere yê hizbê li Herêma Kurdistanê “Şehram Hemîdzade” û Kadirê Rêkxistinê “Mihemed Seyforî” beşdarbûn.

Di beşek din a vê rêûresimê de, “Şehram Hemîdzade” çend gotinek pêşkeşî beşdarbûyan kir, û herwisa di nav axavtinên xwe de behsa sê qonaxan kir ku, jinan di nav xebata Hizba Demokrat de rol û bandorek girîng hebûne.

Qonaxa Yekem, di dema şerê berdewam yê hizbê yê digel rejîma Îslamiya Îranê, jin hevdem hem pêşmerge bûye hem jî piştevan û hem hewcehiyên şer ên weke xwarin li stûya wan bûye û di wê qonaxê de dehan şehîd jî pêşkêşî nîştiman kirine.

Qonaxa duyem, çiya û şerê partîzanî yê hizbê digel rejîmê ku jin hem piştevanê hevjînên xwe bûn û hem dayîkên zarokan bûne û hem jî zarokên xwe ji êrîş û gefên terorîstên rejîma Îranê parastine û hem erkê mamostayetî û perwerdekirina zarokan li ser milê wan bûye.

Qonaxa Sêyem, li jiyana nav kempan û piştire “Rasan” stiratîjiya nû ya hizbê wekî pêşmerge, wekî dayîk û mamostayan erkên li ser milên xwe bi rê ve birine.

Navbirî di berdewamiya gotinên xwe de behsa vê yekê kir ku, niha di navxweya welat de jin wekî parêzerê ziman çalakiyan encamp didin, bo mînak “Zara Mihemedî” û dehan jinên din ku niha li girtîgehên rejîma terorîst de hepsî ne.

Di dawiya rêûresimê de “Fatime Şamuradî û Ayîşe Elî Muradî” ji aliyê Dezgeha Rêkxistina PDKÎ ve, lewha 20 sale bi destê “Elî Soranî” Berpirsê yekeya kempa “Dêgele” pêşkêşî wan hate kirin.