Li êrîşeke çekdarên nenas li ser binkeya çekdarên Fatimiyûn a ser bi rejîma Îranê li Sûriyê, 9 çekdarên Fatimiyûn hatine birîndar û kuştin.
Rojnameya “El-Şerqulewset” nivîsiye, 9`ê Cozerdanê, çekdarên nenaskirî li devera El-Soxna li rojhilata bajarê Tedemr di Homeya rojhilata Homsa Sûriyê de, êrîşê ser binkeyeke çekdarên Fatimiyûn a ser bi rejîma Îranê kirine û di encama wê êrîşê de 6 çekdarên Fatimiyûn hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Girûpa Fatimiyûn ji çekdarên Efxanî yên ser bi rejîma Îranê pêk hatiye û di sala 2014`ê de hatiye avakirin, ew girûpe di Sûriyê de cihgir e û serpereştiya wê girûpê Spaha Quds a terorîst dike.