Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan Radio û Televîzyonên rejîma Îranê bo demekê hatne hek kirin

12:21 - 28 Kanûna Paşîn 2022

Rêkxistina Micahidîn Xelkê Îranê ragihand ku kariye bo heyamê 20 Saniyan parek ji Radio û Televîzyonên rejîma Îranê hek bike.

Êwariya 27ê Kanûna Paşîn a 2022an, 25 kanalên Radio û Televîzyonên rejîmê hatne hek kirin û bo heyamê 20 Saniyan wêne û dengê rêberên Micahidînan, û dirûşmên wekî mirin bo Xamineyî li ser wan kanalan hate belavkirin.

Kanalên televîzyoniye 1,2,3,4,5 û Camêcemên 1 û 2 û  3 û El Alem, Quran, Selamet, werziş, Amûziş, Ferheng, û herwisa dehan kanalên Radio yî rejîmê ji wan media yên rejîmê bûn ku hatne hek kirin û deng û reng û dirûşmên Rêkxistina micahidînan li ser hate weşandin.

Wê hek kirina Deng û Rengê rejîmê dengdaneveyekî berfirehe cîhanî hebû û wekî şikestekî mezine rejêmê hate hesibandin.

Cêgirê fenî yê Deng û Rengê rejîmê piştre ragihand ku hek kirina Sirvêran karekî sanahî nine û gelek dijvare, û tenê ev kesane dikarin deng û reng birê bikne ser şaşê ku sirvêr destê wan deye, ev gotina wî berpirsê Deng û Rengê rejîmê jî wê yekê dide xûya ku egera hindê heye Micahidînan nifuz kiribe nava karmendên Deng û Rengê rejîmê.

Hêzên ewlehî û îtla`atiye rejîmê demû dest rijiyane nava îdara Deng û Reng û nehêlan kes ji karimendan derkev , yan biçe jorda, tête gotin heya niha çendîn karimendên Seda û Sîmaya rejîmê hatine binçavkirin.