Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehemîn dewreya siyasî a asta 2 û beşa yekem a Dezgeha Perwerde û Lêkolînê bi dawî hat

13:54 - 1 Nîsan 2021

Dehemîn dewreya siyasî ya asta 2 a beşa yekem a taybet bi pêşmerge, di 5ê Reşemeya sala 1399an a Rojî destpê kir û di 11ê Xakelêweya sala 1400an de bi dawî hat.

Pêka bernameya dariştî û qonaxbendîkirina Dezgeha Perwerde û Lêkolînê, dehemîn dewreya siyasî bo pêşmergeyan bi rê ve bir.

Di wê dewreyê de, ew wane pêşkêşî beşdarbûyên dewrê hatine kirin:

Rênûsa Kurdî, rohnkirina bername û peyrewa navxweyî ya PDKÎ, dîroka PDKÎ, Federalîzm, Demokrasî, Rêtorîk, Sosyalîzma Demokratîk, Pirsa Beranberî ya Jin û Mêr, Pêkhate û Siyasetên Komara Îslamî, Karê Rêxstinî bi Kom, Siyaset û Helwestên PDKÎ, Ewlehî û Torên Civakî”.

Beşek ji wan waneyan bi awayê semînar û beşa din jî wekî wane hatine gotin û ceribandin li ser waneyan hate kirin.

Di wê dewreyê de, wan beşdarbûyan pileya yekem heta sêyemê bi dest xwe ve anîn:

Pileya yekem: “Dana Rastxedîv”

Pileya duyem: “Îdrîs Pîşan”

Pileya sêyem: “Kemal Ezîzî”

Pirsa perwerde û hînkarî û amadekirina kadr û pêşmergên PDKÎ di hemû waran de, yek ji bername û pilanên PDKÎyê ye.

Piştî kongreya 16`em, PDKÎ pêdekiriyeke zêdetir li ser perwedê kiriye û dewreyên asta 2 a beşa yekem bi awayê bernameyekî bihêz û dariştî bi rê ve diçin û qonax bi qonax, hem asta dewreyan guherkarî li ser tê û hem pêşmerge ast bi ast wan dewreyên siyasî derbas dikin.