Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dema rewşa awarte ya Amerîkayê heta saleke din hate dirêjkirin

11:53 - 6 Adar 2021

Serkomarê Amerîka “Joe Biden” ragihand ku rewşa awarteya netewî ya Amerîkayê li derheq Îranê heta saleke dinê hate demdirêjkirin.

Roja Înê 5ê Adarê , Serkomarê Amerîka “Joe Biden” tevî îşarekirin bi berdewamiya dorpêçên li ser Îranê ferman da ku rewşa awarteya netewî ya Amerîkayê li derheq kiryar û gefên neayasî û zêde li dijî ewlehiya netewî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê, heta saleke dinê bê demdirêjkirin û ragihand: “Bi wan sedeman ez wa seh dikim ku hewce ye rewşa awarteya netewî heta saleke dinê bê domdirêjkirin.

Rewşa awarte ya Ameîkayê bi sedema gefên rejîma Îranê tê birêvebirinê ku bikarin ewlehî, aramî û aboriya xelkê Amerîkayê biparêzin û hewce ye ku dorpêçên aborî li ser Îranê berdewam bibin ku rêgirî ji rejîma Îranê bê kirin ku nekare wan gefan bi rê ve bibe û şiyana wî karî tinebe.

Çendîn sal e ku ew rewş bi sedema hirbûna rejîma Îranê tê demdirêjkirin û heta metirsiya rejîma Îranê li ser Amerîkayê hebe û gefên wê rejîmê bidomin, Amerîka dê wê rewşa awarte berdewam bike û ew biryar ji aliyê Serkomar ve tê dan.