Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demîrtaş: Ez 20 salên din jî girtî bim, ez serî natewînim

12:49 - 18 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Selahedîn Demîrtaş berbijêrê posta serkomariya Tirkiyê ji girtîgehê ve peyama xwe ya derheq hilbijartinê belav kir

Demîrtaş berbijêrê posta serkomariya Tirkiyê di vê peyama xwe ya vîdyoyî de, ku ji televîzyona fermî ya Tirkiyê ve belav bû, ew hilbjartin wekî derfetekê bi nav kir, ku hewce ye bi başî bê bikaranîn, bona vê ku Erdoxan ji deshilatê vêde bavêjin.

Wî got: “Di dîroka siyasî ya me de, xaleke reş xûya dike, ku ew jî ew e ku mixabin ez bangewaza hilbijartinê ji girtîgeha cezayên giran a Edirneyê ve, bi neçarî pêşkêş dikim”. 

Navbirî bi zelal gote xelkê Kurdistana Bakur û Tirkiyê ku: “Ez 20 salên din jî di girtîgehê de bim, ez serî natewînim. Xelkê Tirkiyê jî nabe deng bidin Erdoxan û AKP`ê. Jiber ku hekî Erdoxan deng bîne, qedera 81 milyon kesî wê bikeve destê yek kesî de, û welatekî stemkar me wê hebe. Yanî eva hêşta destpêka zulmê ye, lê bi carek din denganîna Erdoxan zulm wê dest pê bike”.

  Demîrtaş got: “Min serê xwe bo Erdoxan netewand, lewra li min nerehet bûye, û xeyidî ye”.

Wî rû li deshilatarên Tirkiyê got ku: “Ew bona vê ku jiyana xwe ya loks ya di koşk û telaran de ji dest nedin, boxtanan li min dikin, û gellek bêşermane  vir û derevan dikin”.

Demîrtaş berbijêrê posta serkomariya Tirkiyê got: “Vê yekê ji bîra xwe nebin, ku Seyîdrizayê Dersîm derheq derevan rû li deshilatdarên Tirk got: Ez serî li van hemû firt û fêl, û vir û derevên we dernakim, lewra rastî vê bêbextiyê hatim, lê min qet serî li hemberî we de netewand, û bila eva ji we re bibe êş û derd”.

Piştre Demîrtaş got: “Lê baş bizanin ku ez ji vir û derevên we hesiyame”.

Demîrtaş got ku hekî hûn deng bidin me, wê demê ew çeteyên saxteçî û qesabên pile sê, ku tiliya xwe dirêjî we dikirin, hûnê bibînin ku çi ji destê wan nahê. 

Wî got ku ewên jêve ne ku em bi girtin, û gef û kuştinê ditirsin, gellek şaş in, jiber ku bixwe ketine nava rewşekê de ku ji sîbera xwe jî disilikin. Lewra emê wan di nav vê tirs û stresê de cih bihêlin, û dest di nav destên hev ber bi ronahiyê ve, emê bimeşin.

 Di dawiyê de navbirî got:

“Em hemû wekhev in,lê di hemberî zulmê de em gellek bihêrs in, em Ehmed Kayayê bi neçarî derbiderbûyî ne, em Yelmaz Gunayê di nav zindanê de ne, bîr nekin, hekî yek kes ji me can bide, bi hezran kesên din wê ji dayîk bibin, û lêdan û gef û qirkirin nikare pêngavên me sist bike”.

Di dawiyê de wî berpirsên TRT`ê bi tundî rexne kirin, ku ferq û cudahiyeke zaf xistiye navbera partiyên beşdar di hilbijartinê de, û wekî hev dem nedane partiyan, û bitaybetî HDP`ê, û edalet berçav negirtine.

Lê destxweşî gote karsaz û zehmetkêşên TRT`ê, û got ku ew beşek nînin ji vê bêdadiya ku berpirsên TRT`ê derheq wan kirine.

Hêjayî basê ye ku çend rojan berî niha Rêkxirawa Şefafiyeta (zelaliya) Navneteweyî raporek di vê derheqê de belav kir, ku li gora wê raporê, diyarîkirina wext bo partiyan weha bûye:
Berbijêrê Hevpeymaniya Komarî “Erdogan”: 105 deqîqe

Berbijêrê CHP`ê “Muharem Ince”: 37 deqîqe

Berbijêra “IYI PARTI”, “Meral Akşener”: 14 deqîqe

Berbijêrê “SAADAT PARTISI”, “Temel Karamollaoglu”: 5 deqîqe

Berbijêrê “VATAN PARTISI”, “Dogu Perinçek”: 2 deqîqe

Berbijêr HDP`ê “Demîrtaş”: 3 saniye

Her li gor heman raporê, dema belavkirina çalakiyên firaksiyonan bi vî rengî bûye.

AKP: 147 deqîqe

CHP: 25 deqîqe

MHP: 25 deqîqe

“IYI PARTI”: 14 deqîqe

“SAADAT PARTISI” : 5 deqîqe

BBP (Partiya Yekbûna Mezin): 5 deqîqe

“VATAN PARTISI” (Partiya Veten): 2 deqîqe

“HDP”: 0 deqîqe

Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî di rapora xwe de vê bêdadiyê di belavkirina çalakiyên partiyan de bi tundî rexne dike, û wekî şikestekê bo demokrasiyê div î welatî de dibîne.