Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demsala Havîna îsal rewşa gola “Urmiyê” ber bi hişk bûna yekcarî ve dibe

12:31 - 26 Hezîran 2022

Piştî derbasbûna 7 salan li ser soz û qewlên vala yên neberpirsên rejîma Îranê bona pirojeya zindîkirina gola “Urmiyê”, niha rewşa vê gulê di bin gefa hişkbûna yekcarî de ye.

Di sala 1394`an a Rojî de biriyar bû, bona zindîkirina gola “Urmiyê” çend piroje bên cîbicî kirin û di heyama 10 salan de ew gol bigihîje ekolojiya xwe ya berê, lê piştî derbasbûna 7 salan li ser wan soz û qewlan de, heta niha ti pêngavek wis bona zindîkirina vê gol nehatiye avêtin.

Ev yek di halekê de ye ku, asta ava gola “Urmiyê” her sal zêdetir ji 40cm kêm dike, û niha kêmbûna rêjeya barîna baranan, kêmbûna avên avbendan , hatina demsala Havînê û zêdebûna rêjeya bi hilimbûna avê û kêrnehatîbûna bernameyên navendên peywendîdar, gola “Urmiyê” ber bi hişikbûna yekcarî ve biriye.

Wezareta Wize ya rejîma Îranê ragihandiye: Bi sedema kêmbûna asta ava avbendan di heyama îsal de rijandina avên avbendan bo gola “Urmiyê” hatiye sekinandin.

Niha asta ava gola “Urmiyê” 1270.66 e û bi berdewambûna vê rewşê di demsala Havîna Îsal de asta avê dê bigihîje 1270.22`an û beşa başûr ya vê golê dê bi yekcarî zwiha bibe.

Herwisa karnasên jîngehî didin zanîn ku, digel hişikbûna gola “Urmiyê” zêdetir ji 10 miliyard ton xwê weke bahoza xwê li ser dever û xelkê de dibare û ev bixwe jî kirîzek din e û ev rewşa jiyana 15 miliyon kesan di deverê de dixe metirsiyê de .