Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deng û hunera Kurdî dibin goriyê berçavtengiyên rejîma Îslamî ya Îranê

11:26 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li Rojihilatê Kurdistanê ji ber berbestên dagîrkeran, hunera hundermendên Kurd yên xwediyê dengên zêrîn, veşartî dimînin û bi derbasbûna demê û temenê kesên xwedî hunerê û nemana hêz û kelecaniya ciwaniyê peyda dibin.

Dîmenên strîna welatiyekî bi temen û destkurt yê Kurd bi dengek resen û zelal ku çend roj berî niha di nav torên civakî de hatiye belavkirin, denvedanek bê hempa li pey xwe hebûye.

Ew welatiyê dengxweş yê bi navê “Îlxan Babayî” xelkê gundê “Kurege” yê girêdayî parêzgeha “Kirmaşan”ê ye û bavê 3ê zarokane, ev heyama zêdetir ji salekê ye ku bi sedema tûşbûn bi diyardeya malwêranker ya civaka Kurdistan û Îranê, ji malbata xwe dûr e û malbata wî ti zanyariyek li derheq rewşa jiyana wî de tunînin.

“Îlxan Babayî” jidayîkbûyî sala 1356an a Rojî ye û temenê wî niha 45 salî ye, lê mixabin ji ber zordarî û givaşên dagîrkerî yên li ser çand û kultûra Kurdî, ev dengê xweş û zêrîn veşartî maye û bûye qurbaniyê berçavtengî û şovenîsma dagîrkeriyê.

Herwisa çalakvanên parêzgeha Kirmaşan û Lorsitanê, ji xelkê Kurdistan û navendên pêwendîdar û … hwd daxwaz kirine ku, pêka şiyana xwe hevkariya “Îlxan Babayî” û malbata wî bikin, heta ku ew dengê resen ku dişibe bi dengê mamosteyê nemir yê Kurd “Hesen Zîrek”, bê dîtin û jinav neçe û navbirî ji tûşbûn bi wê belaya malwêranker bê rizgar kirin.

Herwisa niha behsa vê yekê he ye ku, piştî vê yekê ku xelkek zêde li derheq rewşa wî bertek nîşan dane û piştevaniya xwe bo navbirî dane nîşandan rejîma Îranê di hewl deye ku “Îlxan Babayî” bê ser bikin.

Di Rojhelatê Kurdistanê de gelek hunerên veşartî hene ku bûne qurbaniyên berçavtengiya rejîma dagîrker û dije mirov ya Îranê.