Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deng û Rengê rejîma Îranê gotinên “Ronaldo” bi çewt wergêran kir

12:17 - 18 Hezîran 2022

Di dema belavbûna kurtevîdyoyek ji axavtinên listikvanê bi navûbang yê bi navê “Cristiano Ronaldo”, Deng û Rengê rejîma Îranê bi çewt û bi dijî Îsraîlê gotinên wî wergêran kir.

Roja derbasbûyî li Deng û Rengê rejîma Îranê axavtinên lîstikvanê topapê yê Portegalê “Cristiano Ronaldo” bi çewt û beravajî û li dijî Îsraîlê wergêran kirin.

Di demekê ke ku “Cristiano Ronaldo” di axavtinên xwe de ti behsek ji Îsraîlê nake, rejîma Îranê wiha çewt wergêran kiriye ku dibêje “bînerên Îsraîlê bo min nehezkirîtirîn bîner in û ez kincê xwe digel bikujan naguherim.”

Lê di rastî de “Cristiano Ronaldo” di gotinên xwe de behsa zarokên Sûriyê dike û dibêje: “Peyama min bo zarokên Sûriyê ye, zarokên ku azarek zêde kêşane; ez lîstikvanek bi navûbang im, lê hûn qehremanên rastî ne, hêviya xwe ji dest nedin, cîhan digel we ye û girîngiyê dide we, ez jî digel we me.”

Rejîma Îranê dixwaze bi hemû awayekî siyasetên xwe yên çewt û îdolojiya xwe ya gemar û dije mirovî bisepîne û toyê tundûtîjiyê belav bike û siyaset û werzişê tevlî hev bike.