Kurdistanmedia: Dengbêjê bi nav û deng, “Moseyêb Gulşenzade”, piştî vê ku rastî nexweşiyeke dijwar hatibû, bo heta hetayî dengê xwe yê xweş bi cih hêla û çû ser dilovanioya xwe.
Dengbêjê Kurd ê bi navê “Moseyêb Gulşenzade” xelkê gundê Gol anku (Gola Morse) a ser bi bajarê Makoyê û reûniştiyê gundê Gure Tepe ya ser bi bajarê Urmiyê, piştî vê ku rastî nexweşiyeke dijwar hatibû, roja çarşemî 4`ê Befranbarê çû ser dilovaniya xwe.
Yek ji dengbêjên dengxweş ji devera Makoyê, dengbêj Moseyîb Gulşenzade bû.
Moseyîb sala 1340 a Rojî, li gundê gol anku (Gola Morse) ji devera bajarê Makoyê jidayîk bibû, û navê bavê wî Ferzinde ye ji eşîreta Qendikan ji êla Celalî ye.
“Moseyîb Gulşenzade” di dema xwe de di civînekê digel Rojanmeya Agirî, hejmara 350 î û rûpela 10`an de wiha gotibû: “Min her ji dema zarokatiya xwe de hez ji dengbêjiyê dikir, û Ji dema 6 saliya xwe de min hez ji guhdan bi dengê radyoyê dikir, û ez li cem radyoyê dirûniştim û min guhdariya dengê Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro û yên din dikir, û stranên wan fêr dibûm û li her cihekê ku derfet heba min ew digotin.
Moseyîb pir bas ji deng û stranên Kawûs Mîlanî dikir û ji ser wê bawiriyê bû ku, di navbera dengbêjên deverê de, “Kawûs” ji aliyê deng û nasîna stranan û herwisa dengbêjan, ji aliyê helbest û mîlodiya stranan de, zanînên herî baş hene.
Moseyîb Gulşenzade, parek zêde ji helbest, sitran û muzîka xwe, bixwe aniye pê û afirandiye Moseyîb heya niha 4 CD û kaset, berhev û weşandine û sitranên wekî:
Yarmiq
Goma maro
Behra Urmiyê
Soma biradost
Ferzinde li ada xanê
Û …hwd, gotibûn.
Dengbêj Moseyîb li piraniya festîvalîn muzîkên hundir ên Îran û Kurdistanê de beşdarî kiribû, û gellek caran stran strandinibûn, û xelat jî wergirtibûn.
Di 3`emîn festîvala folklora Kurdî di sala 1390`î de li bajarê Pîranşarê, navbirî wekî dengbêjê bijartî hate nasandin.
Xwedêjêrazî li gundê Qurt Tepe li 5 KM rêka Urmiye- Mihabadê de dijiya, û xwediyê 5 zarokan e.