Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengdana giştî ya hilbijartinên Îraqê di rikaberiyeke dijwar de hate destpêkirin

10:29 - 10 Çirriya pêşîn 2021

Piştî du sal derbasbûn bi ser serhildanên xwenîşanderan li Îraqê û daxwazkariya wan bo lidarxistina hilbijartineke pêşdem, sibêdeha îro roja Yekşemî, 10` Çirriya Pêşîn a 2021`an, li Îraqê û Herêma Kurdistanê Ji bo hilbijartina nûnerên xula pêncem a parlamentoya Îraqê, xelk diçine ser sindoqên dengdanê da ku di nav 3 hezar û 226 berbijêran de 329 endamên nû ên parlemana Îraqê hilbijêrin.

Di Îraq û Kurdistanê de bi gelemper 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan, mafê dengdanê hene.

Rikaberiyek di nav Kurdan, Sunne û Şî`eyan de heye û vê diçe ku îsal Kurd û Sunne di hilbijartinê de serkevtî bin.

Serokê Herêma Kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî” demjimêr 7ê sibêdehê deng da û daye zanîn, “ya ku bo me girîng e eva ye ku em hemû li Bexdayê yekdeng bin bo parastina mafê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqa federal de”.

Rêkaberiyên di navbera Kurdan, Sunne û Şî`eyan de pir dijwar e û tev hewla xwe didin ku di parlemantoyê de ser bikevin, pêka şiroveya hin pisporan, vê diçe ku vê carê Kurd û Sunne bi ser Şî`eyan de ser bikevin.

Bi vî awayî xelkê Kurdistanê û Sunneyên Îraqê dê çavnihêrê encama dengdanan bin ka dê encam çi be.