Pêka vîdiyoyên di nav torên civakî de ku hatine belavkirin, di devera Îbadî, Emîriyê û 15 Xordad ên bajarê Meşhedê de, dengê teqînên bilind hatine bihîstin.
Her di wan vîdiyoyan de têne xuyakirin ku di esmanê Meşhedê de ronahiyek tê dîtin.
Li gorî çavkaniyên navxweyî, li wan deveran de tonelên jêrerdî û embarên cebilxaneyî yên Spaha Pasdaran a terorîst hene û tê zanîn ku Spaha Pasdaran di wan deveran de ceribandinên mûşekî kiribe.
Herv di vê derheqê de 10`ê Rêbendanê dengê ajîra huşdarîdan di hin deverên rojavaya Tehranê de hate bihîstin û firîna balafirên F35 ên Îsraîlê li ser esmanê Tehranê, hin ji bikarhênerên torên civakî vidiyoyên ajîra huşdariyê belav kirin û bertekên cuda nîşan dabûn.
Hevdem nêzî 2 demjimêran hin ji malper û malpera Saziya Vizeya Navkî ya rejîma Îranê hatine rawestanidin.
Hin çavkaniyên nefermî jî dabûne zanîn ku ew malperên rejîmê hatine hekkirin û rejîma Îranê ji ti bersivek serast di vê derheqê de ji aliyê berpirsên rejîmê ve nedane û gelek rastiyên wê ajîra huşdariyê hatine veşartin.