
Roja Şemî 16ê Nîsanê, demjimêr 8ê sibêdehê, xelkê bajarên Çirdawil û Serawle”yê bi sedema dengê teqînek mezin û erhejek bi hêz ji xaniyên xwe derketin, lê sedema wî dengê mezin û erdhejê hêj bi serastî nehatiye rohnkirin, lê Fermandarê Çirdawilê gotiye ku “em li nav xelkê de ne û ti pirsgirêkek tinine.”
Fermandarê bajarê Çirdawilê “Seîdreza Kerîmiyan” di hevpeyvîn digel dengûrengê rejîmê di dema pirsyarkirina bêjerê bernameyê ji sedema wî dengê mezin û erdhejê, xwe ji dana bersiva serast parast û bersivek rohn neda.
Navende jeofîzîk a zanîngeha Tehranê ti erdhejek li wê deverê tomar nekiriye.
Çendîn sal e ku her carê dengên wiha mezin û erdhej di vê deverê de diqewimîn û heta niha sedema bingehîn a wan dengan û erdhejan nehatine rohnkirin û ew erdhej bi sedemên sirûştî nîne û rohn nîne ku bingha wan teqînan çî ye.